image

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, piştî kuştina milîsekî Besîc ê girêdayî rejîmê û zêdebûna qurbaniyên sivîl,derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da.

Serokomarê Îranê Reîsî gefa destwerdanê li xwepêşanderan xwar û got, pêwîste bi awayekî biryardarî têkoşîn li dijî çalakvanan bê kirin.

Herwiha Reîsî got ku protestoyên têne kirin, li ser ewlehî û pergala gelemperî gefê çêdikin.

Hêjayî gotinê ye, piştî 13ê Îlonê girtin û kuştina keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve, li ser banga partiyên Rojhilatê Kurdistanê 19ê Îlonê greva giştî hatibû ragihandin û piştre jî protestoyên dijî rejîmê li seranserê bajarên Rojhilat û Îranê belav bûn.

Li gorî çavkaniyên cuda, heta niha nêzî 60 kesan di xwepêşandanan de hatine kuştin ku piraniya wan bi êrîşên hêzên ewlekariyê bûne.