image

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo de got, pêkanîna vê îdareyê daxwaza xelkê vî sînorî ye û soza Serok Barzanî ye ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kir biryar û bicih anî.

Wezîrê Navxwe diyar kir: “Îro şerefeke mezine ku em hemû li merasîma îdareya serbixwe ya Zaxo beşdar dibin û daxwaza xelkê Zaxo û soza cenabê Serok Barzanî ye ku li ser destê cenabê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bû biryar û îro bi fermî tê ragehandin û li hemû xelkê vî sînorî pîroz be.”

Rêber Ehmed got: “Eger em vegerin bo proseya biryardanê û pêkanîna îdareya serbixwe ya Zaxo her ji destpêka kabîneya nehem de bernameya hikûmetê ku ji aliyê birêz Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin, yek ji wan planên serekî ev bû ku xizmetkarî û desthilat ji navenda parêzgehan ve bê veguhestin ji bo qeza û nehiyeyan û bi kiryar û rasterast birêz serokê hikûmetê serpereştiya wê proseyê kir. Berî ew biryar derbikeve di civîna 62emîn a roja 28ê Tîrmehê de biryar li ser hat dayîn û ferman ji îdare, wezaret û aliyên peywendîdar re hat dayîn ku îdareya serbixwe ya Zaxo bingeh bê danîn. Ji ber wê jî berî çend heftiyan biryara qezabûna Batîfa derket, di heman demê de jî biryar li ser nehiyeya Bêgova jî hate dayîn.”

Ehmed da zanîn: “Piştî biryar hate dayîn, lijneyek pêk hat ku birêz serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serpereştiya wê dikir ku ew pêdiviyên ku pêwîstin ji bo îdareya serbixwe, wek çawa îdareya Soran hate diyar kirin, bi Zaxo jî biryar di vê derbarê de hatin dayîn. Ji bo wê jî hemû pêdivî û alîkarî hatin dabînkirin.”

Rêber Ehmed herwiha got ku pêdiviyên îdareya serbixwe ya Zaxo hatine amade kirin û di demeke nêzîk de gelek fermangeh û saziyên ser bi wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê wê li îdareya serbixwe ya Zaxo bên vekirin.

Îdareya serbixwe ya Zaxo ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hat ragihandin