image

PeyamaKurd – Kompaniya Lêkolînan a bi navê ALF rapirsiyeke giştî li ser hilbijartinên Tirkiyê çêkir ku di encama wê rapirsîyê de cara yekem Partiya Komarî ya Gel (CHP) wekî partiya yekemîn û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) wek partiya duyemîn derket.

Di rapirsîya ku li 41 bajaran û bi beşdariya 7 hezar û 450 kesan hatiye çêkirin de, pirsa “Vê Yekşemê hilbijartin pêk were hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê hatiye?’ kirin.

Di encama rapirsiyê de derketiye holê ku CHP ji sedî 28,1ê dengan distîne û AKP jî ji sedî 27,7ê dengdan distîne û dibe partiya duyemîn.

Di rapirsiyê de rêjeya xetayê wekî ji sedî 1,8 hatiye diyarkirin.

Rêjeya dengên partiyên din jî wiha ye:

CHP: %28,1

AKP: %27,7

IYIP: %19

HDP: %8,7

MHP: %7,1

DEVA: %2,1

GELECEK: %1,1

Li gorî encamên rapirsiyê rêjeya dengên her du tifaqan jî wiha ye:

TIFAQA MILET: %47,14

TIFAQA CUMHUR: %34,8