image

PeyamaKurd – Îro duşemê 25ê Cotmehê Encûmena Parêzgeha Hewlêrê deng li ser biryara qezbûna nehiyeyên Enkawe û Pîrmamê hat dayîn û bi piraniya dengan hat pejirandin.

Piştî pejirandina vê biryarê wê êdî Pîrmam û Enkawe wekî qeza ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê xizmet û alîkariyê bistînin û rêveberiyên wan ji nû ve bên sazkirin ku ev biryar wekî pêngaveke girîng tê nirxandin.

Rêveberê Pîrmamê Hemîd Kakeyî derbarê biryarê de da xuyakirin: “Qezabûna Pîrmamê pêngaveke girîng a kabîneya nehem bû, ku serokê hikûmeta herêma Kurdistanê brêz Mesrûr Barzanî biryar da nehiyeya Pîrmamê bibe qeza. Bi qezabûna Pîrmamê re di navçeyê de vejînbûn dê zêdetir bibe û zêdetir xizmet ji hemwelatiyên vî sînorî re bê kirin û projeyên xizmetê dê zêdetir bên bicihanîn.”

Qezaya Pîrmamê sînorê wê berfireh e û ji nehiyeya Dareşekran heta digihe Korrê û Tewiske û navçeya Duyn li xwe digire. Di sînorê qezayê de 80 gund hene û çar şaredarî li sînorê vê hene. Herwiha 183 hezar û 991 donim rûberê erdê wê heye, hejmara rûniştvanan jî 8 hezar û 57 malbat in.

Qezaya Enkawe ji ber pêkvejiyana olan xwedî girîngiyekê ye ku niştecihên wê piranî mesîhî ne. Biryara qezabûnê û zêdebûna xizmetên şaristanî bo Enkawe bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.