image

PeyamaKurd -  Qadiyê IŞİD ê 2 leşkerên Tirk şewitandibû û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan lê car din li bajarê Dîlokê an ku Entabê hat girtin. Kesê bi navê Jamal Abdulrahman Alwî ku li Sûriyê, di sala 2016 an de  2 leşkerên Tirki yên bi navên Fethi Şahin û Sefter Taş,weka qadiyê IŞİD ê, bi biryara kuştina bi şewitandinê wan dabû û her 2 leşker hatibûn şewitandin, berê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Li ser bûyerê nivîskarê Halk TV yê İsmail Saymaz di bernama xwe de gotibû ku qadiyê IŞİD ê li Entabê dukkana wî ya çûkan heye û 2 leşkerênTirkiyê kuştiye, polîsê Entabê wî xist bin çav û îro ji aliyê dadgeha sulh cezayê de hat zîndanîkirin.