image

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl got, Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê dê bibin beşek ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtboruya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re da xuyakirin,  wê Pêşmergên Rojavayê Kurdistanê weke Yekîneyên Parastina Gelk (YPG) û pêkhateyên din ên leşkerî bibin beşek ji HSDê û eşkere kir ku dê encumeneke leşkerî ya bilind ji bo HSD were avakirin û ew dê di bin sîwana Lêvegera Kurdî ya Bilind de karê xwe bike.

Îsmaîl di beşeke hevpeyvînê de gotiye, encumena leşkerî ya bilind dê bicihbûna hêzên di nava xwe de, li deverên cuda diyar bike.