
PeyamaKurd - Komara Kurdistan bi pêşengî û seroktiya Pêşewa Qazî Mihemed 22ê Çileya 1946an, rojek wek îro li meydana Çarçira a bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.
Pêşewa Qazî Mihemed, li meydana çarçira damezrandina Komara Kurdistanê ragihandibû û sonda xwe ya yasayî xwaribû. 77 sal di ser damezrandina Komara Kurdistanê re derbas bûn. Temenê yekem Komara Kurdistanê ji ber êrîşên rejîma wê demê ya Îranê û xwedî derneketina civaka navdewletî tenê 11 mehan dewam kiribû. Lê belê damezrandina Komara Kurdistanê ji bo hemû parçeyên Kurdistanê hêvîyên mezin ên serxwebûnê bixwe re anîn û têkoşîna gelê Kurd a ji bo welat û mafên xwe heta roja îro jî zindî hiştiye.
Armanca damezrandina Komara Kurdistanê, damezrandina komareke demokrat a Kurdistanê bû ku kabîneya wê ya hikûmetê jî ji van kesayetan pêk dihat:
Serok: Qazî Mihemed, Serokwezîr: Hacî Babe Şêx, Wezîrê Şer: Seyfî Qazî, Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Muînî, Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî Wezîrî, Wezîrê Post û Telegraf: Kerîm Ehmediyan, Wezîrê Çand: Menaf Kerîmî, Wezîrê Propaganda: Sidîq Heyderî, Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî, Wezîrê Bazirganî: Hacî Mistefa Dawûdî, Wezîrê Çandiniyê: Mehmûd Welîzade, Wezîrê Rêk û Piran: Îsmaîl Îlxanîzade, Wezîrê Tenduristiyê: Seyîd Mihemed Eyûbiyan, Wezîrê Dewletê: Ebdulrehman Îlxanîzade, Wezîrê Dadê: Mela Husên Mecdî.
Mela Mistefa Barzanî ligel hêzên Barzan, hêzên sereke yên parêzvanên vê komarê bûn. Qazî Mihemed ewqas bi Mele Mistefa Barzanî bawer bû ku berî îdamê, Ala Kurdistanê dabû wî destê emîn.
Komara Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê rastî xwedîderketine mezin hatibû û bi germî hatibû pêşwazîkirin ku gelê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ev 77 sal in yad dike û bi rêzdarî bibîr tîne.