image

PeyamaKurd – Desteya Pêwendiyên Navnetewî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) nameyek derbarê dronên Îranê yên dema êrîşê li nav sînorê Başûrê Kurdistanê hatine xistin de, ji Wezaretên Derve yên Amerîka, Çîn, Brîtaniya û Macaristanê re şand ku parçeyên wan dronan ji wan welatan hatine.

Hat ragihandin, piştî ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê karî çend dronên bomrêjkirî ên Spaha Pasdaran bixe xwarê, derket ku çendîn alavên wan dronan ji welatên cur bi cur û ji wan Amerîka, Çîn, Birîtaniya û Mecaristanê hatine çêkirin û Spaha Pasdaran bo çêkirina dronan mifah jê wergirtiye.

Desteya Pêwendiyên Navnetewî ya Hizba Demokrat di nameyê ji bo Wezaretên Derve yên wan welatan de, tevî behskirina êrîş û destdirêjiya Spaha Pasdaran a terorîst bo ser binkeyên Hizbên Rojhilatê Kurdistanê li deverên sînorî yên navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û ziyangihandina bi xelkê bêberevan ên akinciyên wan navçeyan, destpêragihîştina rejîmê bi wan alavan ku ji bo şer li Kurdistanê bikar tîne, bi tundî şermezar kir.

Herwiha di nameyê de daxwaz hat kirin ku ew welat bi awayekî cidî li pey vê mijarê bikevin û ev jî di demekê de ye ku dorpêçên tund li ser firoştina alavên şer li ser Îranê hee, çimkî komek ji kompaniyayên wan welatan wan alavan difiroşin rejîma Îranê.