
PeyamaKurd - Endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li li Parlamentoya Iraqê Merîwan Qerenî li ser nîqaşê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji ber kêmbûna dengên xwe ditirse hilbijartin bê kirin.
Merîwan Qerenî ji BasNewsê re daye xuyakirin, daxwazên ku YNK derdixe pêş roj bi roj zêdetir dibin û ew tenê bahane ne, ku hilbijartin careke din bên paşxistin.
Parlamenterê PDKê da zanîn: “PDK berê jî, niha jî û di paşerojê de jî ji bo hilbijartinan her amade ye. Berê bi rêya Serokatiya Herêma Kurdistanê dema hilbijartinan hate diyar kirin. Herwiha hikûmetê erkê xwe bicih anî û pereyê pêwîst ê ji bo komîsyonê cuda kir. Lê tişta ku astengî çêkir, ew daxwazên YNKê bûn ku bûn sedem parlamento bi neçarî yasayekê derbixe û temenê xwe dirêj bike.”
‘Ditirsin ku deshilata wan li Silêmaniyê nemîne’
Merîwan Qerenî destnîşan kir, “Tenê sedemeke wan bahaneyên YNKê heye ku ew jî ji kêmbûna dengên xwe ditirse. Ewqas ditirsin ku dengên wan bi temamî kêm bibin û ti behaneyeke din di dest wan de nemîne ku êdî hukim û desthilata wan li Silêmanî nemîne. Bi piştrastî ve YNKê helsengandin ji bo rewşa xwe kiriye. Di heyama borî de hemû rêveberên kevin ên YNKê hatine piştguh xistin, kesên niştimanperwer û kurdperwer ên nav YNKê dijatiya wan hatiye kirin. Encûmena Bilind a siyasî û Berjewendiyên YNKê ku piraniya wê rêveberên payebilindên wê partiyê bûn şandine mal û ji kar dûr xistine. Derveyî teror û teq û reqê ti tiştek nemaye. Gelo partiyekîe rewşa wê ev be, ma çawa ji kêmbûna temamî ya dengên xwe natirse?”
‘Partiyeke Sosyal Demokrat çawa li dijî hilbijartinan dibe?’
Qerenî di dewamê de jî wiha got: “Li Herêma Kurdistanê divê her hilbijartin bê kirin, PDK jî heta dawiyê nikare ji bo xatirê aramiya siyasî û rêzgirtina li rewşa hevpeymaniyên xwe, razî bibe li ser paşxistina hilbijartinan. Ji ber îsal divê hilbijartin bên kirin û ji ber wê jî YNK pêwîste bilez dest ji wan behaneyan berde û vegere ser rêya rast. Ma li ku dera cîhanê heye partiyek sosyal demokrat be û dijî hilbijartinan be.”