image

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Hatayê ya Tirkiyê ragihand ku di êrîşa ser nexweşxana Efrînê de, jimara miriyan gihaye 13 kesan û jimara birîndaran gihaye 27 kesan. Parêzgeh ragihandiye ku fuzeya ji Til Rifetê hatiye avêtin bo ser Efrînê, fuzeya grande û bi fuzeyê re bi topan li Efrînê xistine. Fuze li nexweşxanê li beşa acile ketiye. Til Rifet di bin destê rejîma Sûriyê de ye.

Xestexana ku fuze lê ketiye ya bi navê Özel Şifa Hastanesi ye û parêzgeh li ser êrîşê bi nivîskî weha dibêje:

“Di encama êrîşa bi top û fuzeya Grandê ku avêtin nexweşxana Özel Şifayê, jimara kesên can dane bû 13 û ya birîndaran bû 27 kes.”