image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Londrayê seredanên xwe yên dîplomatîk dewam dike û bi wezîrê perwerdê yê Kurd Nedîm Zahawî re hat cem hev, wî pîroz kir û jê re serkeftinê xwest.

Barzanî got cara ewiliye Kurdekî li Îngîltere dibe wezîrekî girîng û ji bo wan ciyê serbilindiyê ye. Barzanî weha got:

“Li Îngîltere cara ewiliye em Kurdekî di sehayeka girîng de dibînin ku di jiyana xwe ya siyasî de serkeftî û bi bandore û em jê serbilindin. Ji bo Herêma Kurdistanê perwerda meslekî di serî de, ji bo perwerdeya giştî girînge ku em ji tecrube û serkeftinên Îngîltere fêde bibînin.”

Wezîr Zahawî jî di axaftina xwe de got ku piştî bûye wezîrê perwerdê, di derveyê Îngîltere de, ji ber cara ewilî hevdîtina xwe bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dike, gelek kêfxweşe.

Zahawî her weha got ku ew amade ne di warê perwerdê de hevkariyê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re bikin û Herêma Kurdistanê weka welatên din yên Rojhilata Navîn dikare ji xebatên hevpar fêde bibîne.

Di hevdîtinê de li ser halê Iraqê û bi giştî li ser halê herêmê axifîn.

Barzanî bi heyeta xwe ve ji bo 3 rojan seredana Îngîltere kir. Di seredana xwe ya fermî de bi wezîrê bergiriyê Ben Wallace, bi grûba dostayetî ya Kurdistanê ya Parlementoya Îngîltere re di şîvê de hevdîtin kir. Bi serokê Kamara Lordan John McFall û wezîra karên derve ya Îngîltere bi Liz Truss re û bi serokwezîrê berê John Major û herî dawiyê bi serokwezîr Boris Johnson re hevdîtin kir.