image

PeyamaKurd Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li AK Partî û Erdoganê ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de bû yekem, kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê ji ber serkeftina Erdogan di hilbijartinên 14ê Gulanê de pîrozbahî li Erdogan kir û hêviya serkeftinê di gera duyem a hilbijartinan de jî xwest.

Nêçîrvan Barzanî serkeftina Erdogan ji bo gelê Tirkiyê girîng nirxand û tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê giringiyeke mezin dide hilbijartinên Tirkiyê û kêfxweşiya xwe li hember serkeftina proseya demokratîk, rêkûpêkiya proseya hilbijartinan û rêjeya bilind a beşdariya dengdanê diyar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bawerî û geşbîniya Erdogan bi serkeftina gera duyem a hilbijartinan kir.

Li hember de jî Erdogan spasiya telefona pîrozbayî ya Serokê Herêma Kurdistanê kir û daxwaza welatê xwe ji bo baştirkirina pêwendiyên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.