
PeyamaKurd – NATOyê ragihand ku heger ji aliyê Rûsyayê ve êrîşek li ser welatên Swêd û Fînlandayê çêbibe, ew ê bikevin tevgerê û bertekê nîşan bidin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di civîna rojnamevanî de, ya beriya civîna NATO ya 29-30yê Mijdarê ku li paytexta Romanya Bukreşê tê lidarxistin, ragihand ku heger êrîşkariyek li dijî Swêd û Fînlandayê çêbibe, wê NATO bertek nîşan bide.
Stoltenberg da zanîn ku protokolên endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandayê ji aliyê 28 welatên endamên NATOyê ve hatiye pesendkirin û tenê du welatên Macaristan û Tirkiyeyê pesend nekiriye û diyar kir, Swêd û Fînlanda xalên rêkeftina sêqolî ya ligel Tirkiyeyê bicih tînin.
Herwiha Stoltenberg bang li Tirkiye û Macaristanê jî kir ku di demeke herî nêzîk de endamtiya herdu welatan bo NATOyê pesend bikin.