image

PeyamaKurd - Namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê ji bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihmed Xurşîd got ku PDK bi plan piştî şeş salan vegeriyaye Kerkûkê û bi dirûşmeya pêkvejiyanê ala xwe bilind kiriye.

Namzedê PDKê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihandiye: “Yek ji xalên kabîneya niha ya Iraqê ew bû ku divê rewşa Kerkûkê asayî bibe. PDK piştî şeş salan bi rûmet vegeriya Kerkûkê, ala xwe bilind kir û baregeha xwe bi duruşmeya pêkvejiyanê ji bo xizmetkirina Kerkûk û rûniştvanên bajêr vekir.”

Mihemed Xurşîd got: “PDK bi plan vegeriyaye Kerkûkê. Em dixwazin gelê me bi awayekî demokratîk biçin ser sindoqan, da ku rewşa niha ya Kerkûkê biguhere.”

Namzedê PDKê destnîşan kir: “Dema Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hebe û namzedên PDK jî bibin xwediyê para şêrê, ev desthilata xweferzkirî dê bidawî dibe û parêzgarekî rewa ji bo Kerkûkê dê were hilbijartin. Hemû neheqiyên ku bi riya Encûmena Parêzgehê li xelkê Kerkûkê hatine kirin, dê nemînin.”

Herwiha Mihemed Xurşîd daye zanîn: “Xelk ji bo vegera PDKê bo Kerkûkê dilxweş e. Dema PDK li Kerkûkê amade be, em piştrast in ku xelkê Kerkûkê dê biçin ser sindoqan ji ber ku dizanin ku PDK dikare guhertinan bike.”