image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Israîlê Naftali Bennet li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) got: “Hêvî dikim Lubnan û Iraq ji bin bandora hêzên Pasdarên Îranî derkevin. Li her cihekî Îran lê be aramî namîne”

Naftali Bennett di destpêka civîna kabîneyê ya roja Yekşemê de hişyarî da ku bandora Îranê li pişt bûyerên vê dawiyê yê li Lubnan û Iraqê heye û got “Her cihekî ku Îranî diçin tundûtîjî, têkçûn, hejarî û ne aramî çêdibe.”

Bennet ev axaftin di demeke ku li Iraqê komên bi ser Îranê ve yên wek Hevpeymaniya Fetih di hilbijartinên parlamentoyê de tenê 15 kursî bi dest xistibûn û li Lubnanê jî xwepêşandaneke Hizbullahê rastî êrîşê hatibû kir.