image

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê polîtburoya PDK ê Fazil Mîranî piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê ragihand ku eger terefên Kurd bi hevre neçin Bexdayê wê zerarê bibînin. PDK di hilbijartina 10 ê cotmehê de 33 parlementeran bidest xistibû û dixwaze bi terefên Kurdistanî re bi hevre herin Bexdayê û bi terefên siyasî re hevdîtinan bikin.

Mîranî, piştî seredana Partiya Zahmetkêşan ji bo K24 ê ragihand ku heyeta ji bo hevdîtinên Bexdaye here, hêj destnîşan nekirine û PDK naxwaze bi tena serê xwe here Bexdayê. Mîranî got ku xebata wan ew e ku heyetekî ji partiyên Kurdistanî destnîşan bikin û heyeta hevpar bişînin Bexdayê.

Li ser mijara serokkomariya Iraqê û parêzgeriya Kerkûkê PDK dixwaze bi partiyan re lihev bike û nabe ku her dû maqam ji yek partiyekî bin.

Li aliyê dinê endamê polîtburoya Partiya Zahmetkêşan Bêkes Qadir jî ragihand ku hewldana PDK ê girîng dibînin û 10 salên li pêşiya wan girîng e. Qadir got di rabirdû de partiyên Kurd li Bexdayê bihevre tevnegeriyane û divê bernameyeka hevpar ya siyasî ya terefên Kurdistanî hebe.