image

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, ji Al Monîtorê re axivî û li ser êrîşên komên milîsên Îranî li herêmên jêr kontrola wan got, ew naxwazin herêma wan bibe cihê milmilaneya şerê Amerîka û Îranê.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser ku komên girêdayî Îranê ne tenê êrîşî baregehên Amerîkayê dest bi êrîşên ser binkeyên HSDê jî kirine û zirareke mezin dane.

Ebdî diyar kir, ew naxwazin herêmên jêr kontrola wan bibin cihê şerê Amerîka û Îranê û li ser hilbijartinên Amerîka yên seroktiyê jî bibîr xist, heger Trump ji nû ve bê hilbijartin dê rewşa herêmê aloztir bibe û bikeve rewşeke nayê pêşbînîkirin.

Herwiha Ebdî, li ser şerê Xezzeyê jî got ku êrîşên Hemasê yên sivîl kirine armanc nayên qebûlkirin û diyar kir, “Pirsgirêkên Filîstînê û Kurdan ne bi rêya şer û pevçûnê divê bi rêya dîyalogê bên çareserkirin.”