image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê 19ê Îlonê, li Konferansa Perwerdeyê ya Zankoya Amerîkî – Kurdistan li Duhokê gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî ragihand, çaksaziya di proseya perwerdeyê de, beşeke sereke ya proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got: “Li vir hewl didim ronahiyê bixim ser stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bi sektora perwerdehiyê, di karnameya Hikûmetê de girîngiyê didin sektora perwerdehî û xwendina bilind û kar ji bo başkirina rewşa perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û bilindkirina asta zanîngeh û peymangehan dikin.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Di du salên borî de ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û qeyrana aborî, mixabin rewşeke neasayî derket holê, lê ligel wê jî em ranewestîn û di çaksaziya di hemû waran de berdewam bûn.”

Mesrûr Barzanî got: “Bêguman ji ber wan çaksaziyan, me karî wan qeyranan derbas bikin. Em gelek hewl didin û kar dikin ji bo sîstema perwerdehî û xwendinê bi pêş bixin ku bi pêşketinên serdema sedeya 21 re guncaw be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamê destnîşan kir: “Ez bawer im ku rêberên dahatî yên gelê me bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî dirust dibe ku bingeha avakirina civakeke tendirust e û, civaka ku mirovên niştimaperwer û jiyandost ava bike. Pêwîst e armanca me ya sereke ji xwendinê, ne tenê bidestxistina bawernameyê be, lê belê divê armanca sereke, fêrbûn û bilindkirina asta rewşenbîrî û kulturî ya civakê be.”