image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi qasî milyarek dînar (nêzîkî 850 hezar dolar) ji bo tenduristiya parêzgeha Duhokê hatiye terxankirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, di çarçoveya hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li dijî vîrusa koronayê (Covid-19) de bi fermana Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, yek milyar dînar (nêzîkî 850 hezar dolar) ji bo tenduristiya parêzgeha Hewlêrê hat terxankirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ew beşek e ji budceya hawarçûnê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê, ji bo dever û parêzgehên Herêmê hatiye terxankirin.