
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi li Balyozê Giştî yê Çînê yê li Herêma Kurdistanê Ni Ruchi re civiya ku ji ber bidawîbûna erkê wî yê li Herêmê, serdana Serokwezîr kiribû.
Li gor zanyariyan di hevdîtinê de ku îro Pêncşemê 1ê Kanûnê birêveçû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, spasiya Balyozê Giştî yê Çînê kir ji ber rola wî ya di pêşvebirina pêwendiyên Çîn û Herêma Kurdistanê ya di dema karkirina wî de û ji bo kar û erkên wî yên pêşerojê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Herwiha Balyozê Giştî yê Çînê tevî nîşandana pêzanîna xwe ji bo hevkarî û hevahengiya baş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Çînê û welatiyên Çînê yên nişteciyên Herêmê, pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê da ku di van salên dawî de Kabîneya Nehem ne tenê kariye ji qeyranan bi serkeftî derbas bibe, di heman demê de çendîn projeyên girîng û stratejîk jî ji bo bihêzkirina jêrxana aborî ya Herêma Kurdistanê encam dane.