image

PeyamaKurd - Siyasetmedarê Kurd ê nêzîkî PKKê Dr. Mahmûd Osman, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser Başûrê Kurdistanê de daxuyanî dan û got, divê hêzên PKKê neçin nava gundan û cihên sivîlan û pabendî yasayên Herêma Kurdistanê bin.

Dr. Mahmud Osman ji BasNewsê re axiviye û gotiye, di civînên ligel berpirsên PKKê de wî çend caran ji PKKê re eşkere kiriye; divê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin, neçin nava gund û bajaran û metirsiyê li ser jiyana xelkê sivîl çênekin.

Mahmûd Osman da zanîn, “Ti niyeteke Tirkiyê tuneye ku pirsa kurdî bi rêya aştiyê çareser bibe. Berevajî wê ew li dijî her mafê kurdan e û armanca wê ya serekî jinavbirina her mafekî kurdan e.”

Osman got: “Beriya çend salan Kak Mesûd Barzanî gelekî hewl da bo proseya çareseriyê li Tirkiyê. Alîkariya proseyê kir û fikr û ramanên xwe gelekî anîn ziman. Rola wî jî baş bû. Lê belê helwesta wî nehat bicîkirin û ew prose bi dawî nebû.”

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 2 meh in artêşa Tirkiye bi rêyên bejahî û asîmanî li dijî PKKê dest bi operasyonan kiriye û ji ber wan operasyon û şerê navbera PKKê û Tirkiyê bi dehan hemwelatiyên sivîl ê Herêma Kurdistanê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê hatine kuştin û birîndar bûne.