image

PeyamaKurd – Îşev li demjimêr 21:14 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,8 erdhejeke mezin çêbû.

Li gorî ragihandina Saziya Hawarçûnê û Rewşên Lezgîn a Tirkiye (AFAD) îro Şemiyê 28ê Çileyê, li demjimêr 21:14 li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînorê navçeya Elbak a Wanê ye, erdhejeke bi tundiya 5,8 pileya rixterê rû da.

 Hat diyarkirin ku kûrahiya erdhejê 6,9 kîlometre bûye.

Hat zanîn ku bajarên Bakurê Kurdistanê yên Wan, Îdir, Agirî û Colemêrgê jî bi vê erdhejê hejyan ku heta ev nûçe dihat amadekirin ti agahî li ser ziyanên canî û madî yên erdhejê nehatibûn tomarkirin.