image

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di encama operasyonên narkotîkê de, li bajarê Wan û Diyarbekirê 6 ton esrar hatiye desteser kirin.

Yerlîkaya bi daxuyaniyekê ragihand, di operasyona li Wanê de 4 ton û 600 kîlo esrar hatiye desteserkirin.

Herwiha Yerlîkaya da xuyakirin ku di operasyoneke li Diyarbekirê de jî tonek û 480 kîlo esrar û 1700 kokên kenevîrê hatine desteserkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku operasyon ji aliyê Navenda Narkotîkê ya Stenbolê ve hatiye encamdan.