image

PeyamaKurd - Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê qedexe û rênimayên bo meha Remezanê bi mebesta pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê hatibûn ragihandin, hatin rakirin, lê wê qedexeya dawiya heftê berdewam bike.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku wê qedexeya giştî ya derketina derve sibe 17ê Gulanê roja Duşemê bidawî bibe û heyama nû ya bi kontrol dest pê dike ku ew jî heta 1ê Hezîrana 2021ê berdewam dike.

Li gorî giştînameya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ku ji 81 bajaran re hatiye şandin, qedexeya giştî tê rakirin û ji 17ê Gulanê saet 05.00 heta 1ê Hezîranê roja sêşemê saet 05.00 rênimayên nû yên asayîbûna bi kontrol berdewam dikin.

Di heyama nû ya asayîbûnê de, wê nava hefteyê piştî saet 21:00ê qedexeya derketina derve hebe û dawiya heftê jî wekî berê berdewam bike.

Herwiha wê cihên xwarin û vexwarinê jî tenê xizmeta pakêt bidin. Lê MALL (Navendên Firoşgehiyê) wê nava hefteyê di navbera saet 10:00ê sibê û 20:00ê êvarî de vekirîbin.

Li gorî biryaran wê kesên temenê wan bi ser 65an ku herdu dozên derziya korona li xwe dane bikarin derkevin derve û ciwanên bin 18 salî jî dikarin derkevin derve.