
PeyamaKurd – Bi hinceta destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî PKKê, li navçeya Tetwanê ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê li hejmarek gund û mezrayan qedexeya derketina derve û çûnûhatinê hat ragihandin.
Parêzgariya Bedlîsê ragihand, li gundên Sallica, Ozeklî, Teknecîk û mezrayên girêdayî van gundan yên navçeya Tetwanê operasyon hatiye destpêkirin û li herêma ku gund û mezra tê de ne, qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Parêzgariyê di daxûyaniya xwe de, li ser dema bidawîbûna qedexeyê ti agahî nedan.