image

PeyamaKurd-Li Diyarbekirê û li navçeya Kartalê ya Stenbolê, meşên ku ji bo 15ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî hatibûn pergalkirin, rastî astengiya polîsan hatin. Hat ragihandin ku girseya li Stenbolê, li hember astengiyê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye.

Di çarçoveya bernameyên 15ê Gulanê, Cejina Zimanê Kurdî de polîsan pêşî li meşên li Diyarbekir û Stenbolê girt. Hat zanîn ku girseya li navçeya Kartalê ya Stenbolê, dest bi çalakiya rûniştinê kiriye. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî jî li ser astengiyên ku hatin derxistin got ku “Heger jiyaneke hevpar tê xwestin, divê astengiyên li pêşiya Zimanê Kurdî werin rakirin, divê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.”

Di çarçoveya bernameya Cejina Zimanê Kurdî de li Diyarbekir, Stenbol, İzmir, Edene, Wan, Şirnex, Batman, Colemêrg, Mêrdin, Dîlok, Meletî, Mêrsin, Agirî û Semsûrê, çalakiyên pîrozbahiyê û bername hatine pergalkirin û ev meş jî beşek ji bernameyê ne.