image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îşev li Şingalê nêzîkî Mezargeha Şerfedîn a Kurdên Êzidî teqîneke bihêz çêbû.

Li gorî zanyariyên destpêkî li nêzîkî Mezargeha Şerfedîn a Kurdên Êzidî ku dikeve bakurê Şingalê wesayîteke bombebarkirê hatiye teqandin.

Derbarê ziyanên canî û madî de hîn agahiyên piştrastkirirî nehatine, lê li gorî ragihandina çavkaniyên ji herêmê di teqînê de kuştî û birîndar nîn in.