image

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê li navça Silopiyê li taxa Yeşiltepe li kolana Hunerê kesê bi navê Seyithan G. êrîşî Hasan Ö. kir. Hasan Ö. li ciyê bûyerê birîndar bû. Hat ragihandin ku di navbera wan de ji berê de nexweşî hebûye. Piştî polîs û tîmên 112 ê çûn ciyê bûyerê, birîndar Hasan Ö. birin nexweşxana dewletê ya Silopiyê. Lê Hasan Ö. li nexweşxanê can da.

Kujer li ciyê bûyerê teslîm bû. Sitendina îfadên wî yên li asayîşa Silopiyê dewam dike.