image

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin ku di derbarê yekxistina lîwayên Wezareta Pêşmerge ve civîneke dorfireh hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di civîna ku vê sibehê hatiye kirin de Wezîrê Darayî û Aboriyê Awat Cenab Nûrî, ligel Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Berpirsê Ofîsa Encumenê Dr. Wezîran û Serokê Ofîsa Hevahengî û Çavdêriyê Dr.Ebdul Hekîm Xusrew civiyaye û li ser pirsa çareserkirina astengiyên li pêşiya yekxistina lîwayên Wezareta Pêşmerge nirxandin kirine.

Hat ragihandin ku di civînê de Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Serbest Lezgîn û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge General Bextiyar Mihemed jî amade bûne.

Di derbarê hûrgiliyên civînê de hat gotin ku

“Piştre pirsgirêka nebûna pêşdeçûna mehane û derbaskirina hesabên van hêzan a ji yekîneyên 70 û 80ê ji bo ser hesabê Wezareta Pêşmerge hat gotûbêjkirin û tekezî li ser terxankirina bûdceya pêwîst a ji bo lîwayên ku di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de birêxistin bûne, hatiye kirin.”

Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Darayî û Aboriyê tekez kiriye ku piştgiriyeke mezin ji bo yekxistina lîwayên Wezareta Pêşmerge bike.