image

PeyamaKurd – Li Şengalê 51 endamên PKK ê ji rêxistina xwe veqetiyan û tevlî Pêşmerge bûn.  Berpirsê PDK ê yê Şengalê Aştî Koçer bo K24 ê ragihandiye ku li Çiyayê Şengalê 51 PKK yî ji rêxistinê veqetiyane û bi fermandariya Pêşmerge ya Şengalê re ketine nav têkiliyan. Fermandarê hêza PKK ê yê 51 kesan Şehab Qasim Hasan, ji bo K24 ê ragihandiye ku kampa xwe ya Sinûne ya herêma Zoravayê terk kirine û tevlî Pêşmerge bûne. Şehab Qasim sedema veqetandina grûbê weha ragihandiye:

“PKK xizmeta milletê nake û ji ber wê em bi fermandariya Pêşmerge ya Şengalê re ketin nav têkiliyê. Me piştî niqaşa 5 mehan vê biryarê da. Berpirsê PDK ê yê Şengalê bi me re ket nav têkiliyan. Em bi sedema ku PDK û hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo koçberên Şengalê alîkariyê dike, sipasiya wan dikin.”