image

PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navça Ovacikê di malekî de munaqeşe derket û kesê bi navê Erdal G.(32) ji terefê Çağdaş E.de bi tivinga nêçîrê hat kuştin.

Bûyer ber destê êvarê li Ovacikê li gundê Çakmaklıyê qewimî. Sedema derketina munaqeşê nayê zanîn. Lê li ser gilîkirinê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar Erdal G. bi ambûlansê birin nexweşxana Entegre ya navça Ovacikê. Erdal G. li nexweşxanê can da û cesedê wî birin morga nexweşxanê.

Cendirme Çağdaş G.girtin û lêpirsîna bûyerê dewam dike.