image

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê 50 erebe di berfê de asê man. Di 50 erebeyan de 100 kes hebûn û li devera Bostankentê ku ji Mûşê 50 km dûre, di berfê û firtûnê de man. Tîmên rêvebiriya taybet ya parêzgeha Mûşê 2 siet xebatê kirin û hemwelatiyan rizgar kirin. Erebeyên wan bi makîneyên îş kişandin gundan.

Xebata tîmên rizgarkirinê ya rêvebiriya taybet dewam dike. Li deverê cemed û bamişt dewam dike. Li gor ragihandina kesên di erebeyan de bûn, bi hinek ji wan re hem nexweş hene û hem 5 siete ku di berfê de asê mane.