image

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê li navçeya Daqûqê êrîşê birin ser baregeha Haşdî Eşaîrî û artêşa Iraqê. Di encamê de leşkerekî mir û 5 Haşdî Eşaîrî birîndar bûn. Baregeha Haşdî Eşaîrî dikeve navbera gundên Albû Şahab û Semahayê.

Yek ji rêvebirên Haşdî Eşaîrî bo Rûdawê ragihandiye ku ewilî bi fuzeyên Katyûşayê li baregehê xistine û paşî bi sîlihên din lê xistine. Piştî demekî ku şer kirine, karibûne êrîşkeran ji baregehê dûr bixin.

Rêvebirê Nexweşxana Azadî ya Kerkûkê Dr. Geylan Qadir bo Rûdawê ragihandiye ku ji birîndaran 2 kesan gihandine nexweşxanê û birîndarê halê wî giran xistine beşa hûrlênêrînê ji ber gule ji singê de lê ketiye.