image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku heta niha 15 hezar kesan li Hewlêrê derziya koronayê li xwe daye û di nav hefteyên pêş de beşek ji du derziyên korona yên Sinofarm û Pfizer jî digihîjîn Herêma Kurdistanê.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji medya Kurdistanê re ragihand, vê hefteyê karwaneke din ya derziya Çînî ya Sînofarm digîhîje destê wan ku hezar û 170 doz e.

Dr. Dilovan Mihemed da zanîn, 19 hezar û 500 doz derzî di destê wan de hebû û wan 15 hezar doz bikar anî, yên din jî dê bên bikaranîn.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê got ku daxwaziya lêdana derziya koronayê zêde bûye û gelek kesan navê xwe tomar kirine û li bendê ne.

Dr. Dilovan Mihemed da zanîn ku xelk herî zêde daxwaza derziya Pfizerdike, lê niha ew derzî li Hewlêrê xilas bûye û hefteya bê beşek din digihîje wan.