image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 25ê Tîrmehê roja Yekşemê ya derbarê rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand, 2 hezar û 78 kesên din bi koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê eşkere kir, di nav 24 saetên dawî de 2.178 kesên din bi koronayê ketine û hezar û 57 kes baş bûne  û 14 nexweşên koronayê jî mirine.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê heta niha 214 hezar û 6 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin, 192 hezar û 351 kes baş bûne, 16 hezar û 966 kes niha di bin çavdêriya tenduristî de ne û 4 hezar û 689 kesan jî ji destpêka pandemiyê ve can dane.