image

PeyamaKurd – Li bajarê Duhoka Herêma Kurdistanê kesekî nasnama wî nediyar li kolana KRO yê, êrîşê bir ser kesekî û wî kuşt. Kolana KRO ya herî qelebalixe. Hat ragihandin ku kesê hatiye kuştin îqama wî ya bajarê Silêmaniyê heye û hemwelatiyê Tirkiyê ye û navê wî Muhammed Alladdin Nureddin e. 

Berdevkê polîsê Duhokê Hêmin Silêman ragihandiye ku kesê bi navê Muhammed Alladdin Nureddin di kolana KRO de ketiye ber êrîşê, hatiye kuştin û cenazê wî birine navenda tibê ya edlî. Ji bo girtina êrîşker an êrîkeran dest bi xebatê kirine û lêpirsîn dewam dike.

Li gor şahidên bûyerê ku Rûdaw ji wan pirsiye, xortekî ji alaveka bazirganî daketiye, sê gula bera yê kuştî daye û di kuçê de reviyaye. Bûyer li dora 14.10 an de bûye.