image

PeyamaKurd- Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Lazkiyê li Çiyayê Kurd, di şer û pevçûna de herî kêm 25 leşker û çekdarên rêxistina HTŞ ê hatine kuştin. Sûriye û HTŞ bi sedema ku Çiyaye Kurda ciyekî stratejîkê her yek dixwaze di destê wî de be. Li gor Mala Çavdêriyê ya Sûriyê; grûba bi ser HTŞ (Heyet Tahrir Şam) ê ya bi navê Hurras Ed Din û hêzên rejîmê li Tepe ya Heddadeyê şerekî dijwar kirin. HTŞ rêxistina El Qaîde ya şaxê Sûriyê ye.

Çavkaniyên Mala Çavdêriyê ragihandine ku HTŞ 4 cara bera artêşa Sûriyê dane û wan ji xwe dûr kirine. Di şer de 15 leşkerên Sûriyê mirine û 10 çekdarên HTŞ ê hatine kuştin.

Di 3 yê tebaxê de jî li heman deverê şer derketibû û di encamê de ji eskerên rejîmê 12 û ji HTŞ ê 6 kes miribûn.