image

PeyamaKurd - Li devera Biradost bombeya vedayî ya cûreya TNK bi otomobîlekê de teqiya û ajokarê otomobîlê bi giranî birîndar bû.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re ragihandiye, îro danê sibê demjimêr 05:30 li devera Koça Hacirê, TNT bi otomobîlekê de teqiya û ajokarê wê bi giranî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku kesê birîndar bi navê Feysel Cemîl Ehemd e û temenê wî 30 salî û ji xelkê gundê Sorya yê ser bi nehiya Bicîleyê ye û bi armanca komkirina giyayên Biharê çûbû wê deverê.

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê jî daye xuyakirin, kesê birîndar piştî ku çareseriyên destpêkê wergirtin, ji bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatiye veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hêzên PKKê li devera Biradostê hene ku guman heye ew kemîna TNT ji aliyê wan ve hatiye danîn.