image

PeyamaKurd – Li bajarê Ardaxanê ku berê navçeya Qersê bû, bi sedema barîna berfê û rabûna bahozê di trafîkê de her tişt ser û binê hev bû. Erebe nema karibûn di rê de herin û hinek erebe qelibîn.

Li bilindahiya Ardaxanê berfa salê zû ket. Di ser de bahoz û bamişt çêbû. Li devera Ardaxan-Şawşatê û Ardaxan-Posofê berf bû li ber çûna erebeyan bû asteng. Li ser rêya Ardaxan-Şawşatê li devera Saharayê gelek TIR bi sedema berfê di rê de man û li devera navbera Ardaxan û Çildirê TIR ekî li ser kêlekê qelibî.