image

PeyamaKurd – Behs têkirin ku wê 4 mamosteyên ku operasyona Tirkiyê ya ser Rojava protesto kirine dê ji karên wan bên dûrxistin. Nivîsa fermî ya ji dûrxistina kar hêj negihaye destê wan lê xeberê sitendine ku wê wan ji kar dûrbixin. Her 4 mamoste endamên sendika perwerdê Eğitim-Sen ê ne.

Serokê şaxa Eğitim-Sen a Diyarbekirê Fesih Zirek mijarê piştrast kir. Di roja 21 ê mijdara 2022an de gelek kes xwestibûn li Diyarbekirê li Derê Çiyê operasyonên ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê protesto bikin lê hêzên asayîşê wan desteser kiribûn ku di nav wan de Emîne Akşahîn, Welat Kaya, Serhat Kiliç û Hasan Çitrik hebûn.

Li gor qanûna Tirkiyê; ji bo kesekî bi awayekî fermî ji ser kar bê dûrxistin, divê nivîseka belgeyî jê re bê şandin heya ji ser kar derê.