image

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Tenduristîya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî eşkere kir, di 15 mehên pandemiya koronayê de 76 doktor û karmendên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê ji ber koronayê can dane.

Aso Hêwêzî diyar kir, di heyama 15 meh û 4 rojên derbasbûyî de, nêzikî 3 hezar û 800 doktor, karmend û fermanberên sektora tenduristiyê bi vîrusa koronayê ketin ku piraniya wan zilam bûn û 76 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Hewêzî daye zanîn ku di 7 mehên yekem ên sala 2020an de 45 doktor û karmendên tenduristiyê bi koronayê jiyana xwe ji dest dabûn û di meha 8an de jî hejmara wefatan gihîştibû 53 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha milyonek û 920 hezar û 142 testên koronayê hatine kirin, 172 hezar û 751 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin, 159 hezar û 988 pêketiyên koronayê baş bûn û 4 hezar û 312 kes jî pê mirine.