image

PeyamaKurd – Konsolosê mezin yê Fransayê yê li Bexdayê Eric Chevallier ragihand ku Iraq di herêmê de ûnsûrekî mêzênê ye û wê li ser îstîqrara herêmê bandorê bike. Chevallier, li Hewelêrê di konferansa bi navê “Iraq; çarenivîsekî trajîk” de axifî û got ku serokê Fransayê Emmanuel Macron çendeyekî berê seredana Bexda, Hewlêr û Mûsilê kir û do got:

“Serok Macron dostê temamê Iraqê ye. Weka Fransa peyama ev e.”

Chevallier got ku dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê di wexta hevjîna serokê Fransayê yê berê hevjîna François Mitterand, Danielle Miterand de destpêkiriye û Fransa li hemberê IŞİD ê destekê daye Iraq û Herêma Kurdistanê û heya Bexda bixwaze wê ev destek dewam bike.

Di seha navdewletî de Fransa destekê dide hewlên Iraqê, Iraq di herêmê de ûnsûrekî mêzênê ye û wê ev li ser herêmê bandorê bike. Eric Chevallier weha dewam kir:

“Vê konferansê bi dewlemendiya çanda piralî ya Iraqê û pir etnîkiya xwe balê dikşîne. Û ev konferans munaqeşeya pirsgirêkên ku li Iraqê hene dike. Ew çend mirovên bîrbir û pispor tevlî konferansê bûne û ev ciyê şanaziyê ye. Ev jî destekê dide baştirbûna têkiliyên me.”

Konsolosê Fransayê got ku Fransa dixwaze di warê çandê, perwerdê û sehayên din de têkiliyên xwe bi Iraqê re bipêşbixe û wê ji bo gênca fêde bide.