
PeyamaKurd – Konseya Kurd ya Serbixwe ji bo avakirina Sûriya demokratik bi gelek serokên eşîrên Kurd re li Binxetê li bajarê Qamîşlo civiya. Di hevdîtinê de 2 mijarên girîng hebûn û belgeyekî îmze kirin. Mijarek jê ew e ku di destûra Sûriyê ya nûh de Amerîka, Rûsya û Neteweyên Yekgirtî mafên Kurda bixin garantiya destûrê.
Mijara diwê ya girîng ew bû ku ji hêzên Amerîkayê yên Rojava bixwazin ku li hemberê her cûre tehdîdên li ser Kurdan, paraztina Kurdan garantî bikin. Hem di civînê de biryarê dan ku belga îmze kirine teslîmê nûnerê taybet yê Amerîkayê ku Sûriyê Ethan Goldrich bikin.
Li ser mijarê serokê Konseya Kurd ya Serbixwe Zeyd Sifûq ji bo K24ê axifî û got:
“Armanca civînê ew ku mafên gelê Kurd yên rewa bi pêkhateyên din re di avakirina Sûriya demokratîk de hebe û Kurd xwediyê rewşekî hevgirtî bin.”
Konseya Kurd ya Serbixwe di sala 2016an de hatiye avakirin û ji akademisyen, siyasetmedar, ji pêşhatiyên herêmê pêk hatiye. Konsey ji bo Gelê Kurd û temamê grûbên din bigihên mafên xwe, xebata aştiyane dike.