image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve ji bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê yê hatiye dagirkirin, 2 jinên ji eşîrên ereb revandin.

Li gorî çavkaniyên herêmê çekdaran bi piştevaniya istîxbarata Tirkiyê li bajarokên Silok û Turkman ên Girê Spî jina bi navê Emîne El-Hebîb (ji eşîra Teyî ya Ereban) ji bajarokê Silokê, û jina bi navê Ebîr Hisên El -Îsa (ji eşîra El-Bo Esaf) ji bajarokê Turkman revandine û ew birine Tirkiyê.

Çavkaniyan daye zanîn ku her du jinên hatine revandin birine baregeheke leşkerî ya Tirkiyê ku li Girê Spî ye û çarenivîsa wan nediyar e.