image

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li ser rêya D-400 ê 6 kesên ku cilên weka yên cendirmeyan li xwe kiribûn û erebên hemwelatiyên Iraqê bi zora sîlihan dabûn rawestandin û dest danîbûn ser wan, ji 6 kesan 4 kes ji aliyê dadger de hatin zîndanîkirin.

Tîmên cendirmeyan ew kesên ku ji 30 Nîsanê heya 9 ê gulanê li ser rêya Qoser-Wêranşehrê gelek erebeyên hemwelatiyên Iraqê bi cilên nêzî yên cendirmeyan desteser kiribûn, wan şopandin û têmên JASAT ê ji wan 6 kesan tesbît kirin.

Di lêgerînan de, ew alavên ku di xespê de bikaranîbûn, tiştnên weka sîlih, kamûflaja leşkerî, reflektor, lamba, materyalên dîjîtal û perên aîdê hemwelatiyên Iraqê bidest xistin. Ji her 6 gumanbaran 4 kes ji aliyê dadgehê de bi biryara zîndanîkirinê şandin zîndanê û 2 gumanbar bi şertê kontrola edlî serbest berdan.