image

PeyamaKurd - Amerîka konvoya Heşda Şabî ku amadekariya êrişkirina bergeha Amerikayê dikir bomberbaran kir. 

Hatiye ragihandin ku Amerîka li Dubîza navçeya Kekukê wê êrişê kiriye û di encamê de hemû 5 milîsên Heşda Şabî hatine kuştin. 

Ji aliyê din de, Serbaziya Iraqê jî mewziyên rêxistina terorî DAÎŞê li Kekukê bomberbaran kir. 

 

Li gor nûçeya Reutersê ku wek çavkanî hêzên ewlehiya  Iraqê nîşan dide, li bakûrê Kerkukê konvoya milîsê Heşda Şabî yên ku bi ser Îranê ve ne, ku amadekariya dikrin fuze biavêjin baregehên Amerikayê ji aliyê balafirên Amerîkî ve hatine bombebaran kirin.

Qaymeqamê Dûbîzê rag,handiye ku Rêvebiriya Tenduristî ya Dûbrîzê tîma hewarçûnê şiyandiye ciyê buyerê, lê termên cangoriyên ji ciyê buyerê hatine rakirin. 

Ji aliyê din de Amerikayê di3ê Berfembarê de, ragihandibû ku di demjimêrên sibehî de, li Rûmelan a li Rojavayê Kurdistanê êriş li wan hatiye kirin û tu ziyanekî canî û malî çênebuye. 

 

Rêxistina Berxwedana Îslamî êrişê piştrast kir 

Rêxistina Berxwedana Îslamî êrişê piştrast kir ku konvoya wan ji aliyê Amerîkayê ve rastî êrişê hatiye. 

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku 5 endamên wan canê xwe jidest daye. 

Mîlîşeyên Şîa lihev civiyane û di daxuyaniya wan a hevpar de, hatiye gotin : "Ji bo piştgiriya Filîstinê û tolhildana şehîdan dê hefteya pêşiya me, emê li dijminên xwe êrişên nû bikin."

 

Hêzên leşkeriya Iraqê jî êrişî DAÎŞê kir

Ji aliyê din de serbaziya Iraqê jî li Dakûk a ku li navbera Pirdê û Kekukê ye, bi operasyoneke hewayî mewziyên DAÎŞê bombe kir. 

 

Hêzên ewlekariya Iraqê ragihandine ku êriş li 2 xalên cuda hatine kirin.