image

PeyamaKurd – Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Kurdistanê diyar kir, karwaneke din a ji sedan koçberên din ên li ser sînorê Belarûs-Polanda asê mane pêk te, îro vedigere Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendekî Fermangeha Pêwendiyên Karên Derve ya Kurdistanê bi navê Selîm Paşa do eşkere kiriye, sibê wê karwaneke din a koçberên xelkê Iraq û Kurdistanê yên li ser sînorê Belarûs-Polanda asê mane, vegerin Kurdistanê.

Selîm Paşa daye zanîn, hejmara koçberên ku wê sibê vegerin, derdora 430 kes ye û wê ji Balafirxaneya Mînskê bi rê bikevin û di saet 17:00an de bigihîjin Hewlêrê.

Bi gotina wî berpirsî, ew koçber wê îro hatibana veguhestin lê ji ber ku hinek ji wan bê pasport bûn, ma sibê.

Heta niha derdora 1500 koçberên xelkê Kurdistan û Iraqê ji Belarûsê vegeriyane malên xwe.