image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera komkujiya Şingalê ya 3yê Tebaxa 2014an a ji aliyê terora DAIŞê ve hatiye kirin, peyamek belav kir.

Serok Barzanî got: “Pêwîst e ev rewşa ne sirûştî ya Şingalê bi dawî bibe û Şingal vegere destê xwediyên wê yên resen û divê rênimayin bêne girtin, ji bo careke din karesat, zulm û tawan li dijî Êzidiyan û pêkhateyên din dubare nebin."

Serok Barzanî di peyama xwe de bibîr xist, îro şeşemîn sal di ser karesata tawana komkujiya Şingalê re derbas dibe. Karesatek e tê de terorîstên DAIŞê bi awayekî dirinde tawan bi sere xwişk û birayên me yên Êzidî hatin kirin. Ew tawan, birîneke kûr e di gewdê gelê Kurdistanê de û ti carî ji bîr nabe. Di vê karesatê de, Êzidî ji ber ku Kurd bûn û ji bo ol û bîr û baweriyên xwe ketin ber hemleya riq û nezanî û bêwîjdan a teroristan. Ewê tawanbarên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kirine, dirêjiya zincîreya karesat û tawanan bû ku di dirêjahiya dîrokê de derheqê gelê Kurdistanê de hatine kirin.

Peyama Serok Barzanî ya 6emîn salvegera komkujiya Şingalê:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Îro şeş sal li ser karesata tawana komkujiya Şingalê da derbas dibe. Karesatek ku têda terorîstên DAIŞê bi awayeke dirindane tawanê beranber xûşk û birayên me yên Êzîdiyan encam dan. Ew tawan birîneke kûr e li ser laş û cesteya gelê Kurdistanê û tu demekê nayê ji bîr kirin. Li vê karesatê da Êzîdî ji ber Kurdbûnê û ji ber ol û bîr û baweriyên xwe ketine ber lehiya rik û hov û bêwîcdaniya terorîstan. Ew tawanbarên Da'îş yên li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî encam dane berdewamiya wan zincîre karesat û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê hatiye encam dan.

Di vê salvegera diltezîn da bi bilindî bîranîna şehîdan û qurbaniyên Şingalê dikîn. Heman demê de wan Pêşmergeyên qehremanan jî bi bîr tînîn ku bi xwîna xwe Şingalê û çiyayê Şingalê ji destê terorîstan azad kirin û merdane tola wê karesata diltezîn ji terorîstan kirin.

Bi pêwîstî dizanim li vir da careke din tekez li wê yekê bikim ku bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaziyên xûşk û birayên Êzîdiyan dikim bo ku ew bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û jiyaneke bextewer û aram û dûrî li sîtemkarî û çewsandina wan hebê û bikarin karubarên xwe li navçeyên xwe birêve bibin. Cihê daxeke zêdeye devera Şingalê jî piştî rûdanên şanzdeha cotmehê ketiye bin bandora plana nehezên xelkê Kurdistanê. Ev dem ji bo eweye rê li karesatên din û xwîn rijandina di navbera Êzîdiyan bê girtin û wiha rêkeftin hate kirin ku kontrola Şingalê bidin Êzîdiyan û Êzîdî her bi xwe îdareya Şingalê û navçeyên xwe bikin, lê belê heta niha jî Hikûmeta Iraqê pabendî wê rêkeftinê nebûye û Şingal ketiye destê xelkeke din. Her ji bo wê yekê jî heta niha Êzîdiyên devera Şingalê ji jiyan û paşeroja xwe piştrast nînin û venegeriyane navçeyên xwe û her li rewşa koçberî û jiyana wargehan da mane ku li rastiyê da eve zulmeke mezine.

Ji bo wê yekê pêwîst e dawî bi vê rewşa ne xwezayî ya Şingalê bê anîn û Şingal vegerê dest xwediyê xwe yên resen û pêwîste rêkarên wiha bêne girtin ku êdî karesat û zulm û tawan li dijî Êzîdiyan û pêkhatên din dûbare nebe.

Di salvegera karesata komkujiya Şingalê da dilê min berdewam li gel xûşk û birayên Êzîdiyane û hevxemê kesûkarên qurbaniyên wê karesata diltezînim. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî
03.08.2020