image

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema mewlûda pêxemberê Îslamê Hz. Mihemmed peyama pîrozbahiyê belav kir. Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya di derbarê mewlûda Hz. Mihemmed de, li misilmanên Kurdistanê û dinyayê pîrozbahiyê kir. Barzanî weha got:

“Di roja bûyîna pêxemberê Îslamê Hz. Mihemmed (s.e.w) de, pîrozbahiyên germ li misilmanên Kurdistanê û dinyayê dikim. Daxwaz dikim ku salvegera rojbûna pêxemberê me bibe wesîla xêrê, xweşiyê, aramiyê û di navbera temamê xelkan û ehlê dînan (olan) de riha hezkirinê kûrtir bike.

Îro ji her wextê bêhtir pêdiviya me bi aştiyê, xweşbîniyê û parastina qedr û qiymetên bilind yên mirovahiyê heye. Ev, egera peyama Xwedayê dilovane. Bi vê wesîla bi qedir, divê li Herêma Kurdistanê û di dinyayê de, çanda pêkvejiyanê bêhtir bê kûrkirin û bo wê hewl bên dayîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema mewlûda pêxemberê Îslamê Hz. Mihemmed peyameka pîrozbahiyê belav kir. Barzanî rojbûna Hz. Mihemmed li misilmanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê pîroz kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Di roja salvegera bûyîna Hz. Mihemmed de pôrzbahiyên germ li misilmanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê dikim. Salvegera mewlûda pêxember li herêma me û di dinyayê de bibe wesîla xweşbînî, aştî, pêkvejiyan, azadî û dostaniya di navbera xelkan de û di navbera ehlên olan de.”