image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Mijdarê li ser vegera Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl a ser erkê xwe peyamek belav kir û got, ‘gaveke dirust û girîng e’.

Nêçîrvan Barzanî got: “Em pêşwaziyê li vegera birêz Şoreş Îsmaîl Wezîrê Karûbarên Pêşmerge bo ser erk û karên xwe yên wezaretê dikin. Ev pêngavek rast û girîng e û dê bibe alîkar ji bo baştir birêveçûna proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û em hêviya serkeftinê ji wî re dixwazin û piştevaniya wî dikin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Rewşa Herêma Kurdistanê û kêşeyên Iraq û navçeyê bi giştî wisa dixwaze ku, aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDK yekrêziya xwe bihêztir bikin û bigihin têgihiştineke hevbeş ya ji bo jinavbirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkan. Ji bo vê mebestê em li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, dê di xebat û hewlên xwe berdewam bin.”

Hêjayî gotinê ye, îro 27ê Mijdarê piştî dûrketina zêdetirî salekê, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ku ji pişka YNKê ye, bi merasîmekê vegeriya ser erkê xwe yê Wezareta Pêşmerge.